Min xepart nîşedanga xwe

Aşiyana derd û kulan

Gel bindest goştê xwe dixwe

Sal heftê dû, ro şeş Gulan

Spî xwîna gelan dimêjin

Netewên nexwendî gêj in

Neçê xwefiroş pirbêj in

Zelq û çilm in li ser cilan

Giranbuha bû gengeşî

Cuwan kuştin bê serxweşî

Sedem dijberî kimreşî

Kero dijwar wek filfilan

Sê cuwan hatin ber darê

Temen ji werzê biharê

Kamnegirtî bûn ji yarê

Xwî dabû berê sumbêlan

Dihêjan hezar kişweran

Sirûşt şoreş wek serweran

Numûşê gelê xaweran

Ala rengîn li ser milan

Serok Deniz mîna Mûsa

Destek pirtûk ê dî esa

Eyar şom dijmin pê hesa

Nehiştin bêhn bikin gulan

Eyirandin parlemento

Şewitandin manîfesto

Sê cuwanên wek Ernesto

Hilawîstin ro şeş Gulan

Navê wan danîne fîdan

Deniz li ber marê pûjan

Canemerg Huseyin Înan

Darizandin wek qatilan

Yusuf Aslan bû sêyemîn

Gul û rîhan û yasemîn

Bi wan biheşt rûyê zemîn

Dil xemgîn e ro şeş Gulan

Firmêsk barîn ji baranê

Hin ga hebûn li garanê

Zagongêrê parlemanê

Gêl ji bêhna qurnefilan

Dil dicoşe xwîn bû derya

Çibkim ji gel mîna kerya

Zanist vedike tim derya

Gul geş dibe bi bilbilan

Salê carek salveger e

Esrîn dibarin xwîn ger e

Derman koşîn û tevger e

Berxwedan çek e li milan

Van ve 14 barodan Kobanê Davası açıklaması Van ve 14 barodan Kobanê Davası açıklaması

Tolhildan e demoqrasî

Ez tewanbarê sîyasî

Peywira min bû rênasî

Dermanê qeyrana dilan

Nîşedanga xwe dixwînim

Zêmarokan dilorînim

Sorfirmêskan dibarînim

Dema roj dibe şeş Gulan

Hem birîndar hem Piştkul im

Derman xela ye dilkul im

Pêxas û serqût bê cil im

Qerqer e dêvla nûcilan

    06.05.2024 - WAN  

Editör: İshak Kara